Ji bo ser deshilatdariyê  Trump gef li sekreterê Georgia xwar

Bi ser hilbijartina li Amerîkayê re meh derbas bûn lê hîna dawî li nîqaşên encama hilbijartinê ne hatiye.
Dengê Serokê DYA Donald Trump yê ji bo guhertina dengdana li eyaleta Georgia careke din rojev vegerand li ser hilbijartinê.
Trump ji sekreterê eyaletê dixwaze dengên ku encama li eyaleta Georgia bide guhertin peyda bike.
Dengê mijara gotinê, li nava welat careke din rê li ber nîqaşên nû vekir.

Serokê DYA Donald Trump careke din xwe xist rojevê.

Donald Trump ji bo guherîna encama hilbijartina li eyaleta Georgia bide guhertin daxwaz ji rêveberê eyaletê dike.

Dengê li ser mijarê di navbera aliyan de derketî bi carekê de rojev hemu daguhertin.

Trump di peywedniya telefonî de ji Sekreterê Wilayeta Georgia Brad Raffensperger re dibêje, ew dixwaze 11 hezar û 780 dengan jê re peyda bikin daku li vê wilayetê bi ser rikeberê xwe Joe Biden de biserkeve.

Tevî Raffensperger bi xwe jî ji partiya Komarparêz ya Trump e lê li wê yekê mikur tê, di dengdana li Georgia de şaştî nîne û encam rastin.

Di encama hilbijartina li eyaletê de Joe Biden 12 hezar deng ji Trump zêdetir girtibû.

Cîgira Serokê DYA yê hatî hilbijartin Kamala Harris diyar kir ku Trump erka xwe ji bo xerab û bêfikirîn bikar aniye.

Harris ku di çalakiyeke li Georgia de axivî û dengê Trump weke bêçaretiya wî pênase kir.

Senetor wê ji bo lêkolîna encama hilbijartinê komîteyekê ava bikin 

Çarşemê Senetor wê di civîna kongreyê de li ser encama hilbijartinê ya komîteyeke lêkolînê ya derbarê 10 rojên despêka hilbijartinê lêkolînan bike.

12 senetor wê bi îdiaya fêlbazî pêk hatine lêkolînê bikin.

Ev tewanbarî di dawiya her hilbijartineke li Amerîkayê de derdiketin.

Lê vê carê alî 15 roj mayî ji dewirkirina erkê serokatiyê re jî hîna di vê yekê de israr dikin.

Li aliyekî din Namzetê Demokratan Joe Biden yê di hilbijartinê de biser ketî xwe ji bo dewirgirtina erkê serokatiyê di 20’ê Çileyê de amade dike.

Namzeta demokratan Nancy Pelosî careke din bû seroka Meclisê 

Her wiha namzeta Demokratan Nancy Pelosî careke din bû seroka Meclisa Nuneran.

Back to top button