Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Şehîd Salih Mihemed El-Mihemed li goristana Şehîdan a navçeya Şedadê bi merasîmekê, hat oxirkirin.
Şehîd Salih El-Mihemed dema ku li ser erka xwe bû li Reqayê şehîd bû.
Welatiyan cenazeyê Şehîd ji Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û birin goristana şehîdan a Şedadê.
Li goristanê merasimek hat lidarixstin.
Di merasimê de yek ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Îbrahîm El-Belo û Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Şedadê Zehre Ehmed axivîn û sersaxî ji malbata Şehîd re xwestin û soza şopandina riya Şehîdan dan.
Piştî axaftinan, wesîqeta Şehîda hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Di dawiyê de bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê Şehîd spartin axê.