Çalakiya Sêmalka 74 roj li pey xwe hişt, lê PDK cenazeyan nade

Çalakiya malbatên şehîdan a li deriyê Sêmalkayê a ji bo girtina cenazeyên gerîlayan ku PDK’ê we şehîdkirine, di roja 74’an de dewam dike.
Endamên Kongra Star û Meclisa Navçeya Til Temirê serdana çalakiyê kirin û gotin:
“Hûn çi dikin bikin, em ê cenazeyên xwe werbigirin.”

Îro endamên Meclisa Navçeya Til Temirê û Kongreya Star, çûn qada çalakiyê dewr girtin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek ji aliyê endama Rêveberiya Kongreya Star a Til Temirê Semer Xelîl ve hate dayîn.

“Em cenazeyên xwe ji PDK’ê dixwazin, lê ew derî digirin û hewl didin zerarê bidin.

Em tenê daxwaza cenazeyên şehîdên xwe dikin. Çi dikin bila bikin em ê serî netewînin û cenazeyên xwe bigirin.”

Back to top button