Berpirsê Malbenda 3 ya YNK’ê ya Hewlêrê Mecîd Mihemed Emîn, ragihand ku wan li ser mirina bi guman a Zîrek Elî ku duh dema hat binçavkirin piştî du saetan jiyana xwe ji dest da, gilî li ser asayîşa Hewlêrê tomar kirine.
Berpirsê Malbenda YNK’ê ya Hewlêrê Mecîd Mihemed Emîn civînek çapemeniyê lidarxist.
Mecîd Mihemed li ser mirina bi guman Zîrek Elî Mihemed wiha got:
“Me gilî amadekiriye em ê pêşkêşî encûmena dadwerî, dozgeriya giştî, wezareta navxwe, tevayî rêxistinên navxwe û navdewletî bikin.
Pêwîste dadgeh û aliyên peywendîdar vê dosyayê bi encam bikin.
Ji ber ku ne bûyerek asayiye û li nava asayîşê de kesek jiyana xwe ji dest daye. ”
Mecîd Mihemed da zanîn li gor gotina kesûkarên wî şopên êşkenceyê li ser bedena wî hatine dîtin û û got:
Ger giliyê wan li Herêmê neyê li berçav girtin, ew ê serî li dadgehek ya Bexdayê bidin û rastiya bûyerê ji gel re eşkere bikin.
ji bo lêkolînkirina cenaze, komîsyonek ji bizîşkên dadwerî ji Silêmaniyê hatine Hewlêrê û dest bi lêkolînê kirine.
Têkildarî mijarê di dawiyê de jî berpirsê YNK’ê Mecîd Mihemed Emîn ev tişt anî ziman:
“Gelek caran bêy ku ti sedemek cihê baweriyê hebe, endamên me ji aliyê asayîşê ve tên revandin û binçavkirin.
Lê ji niha şûn de em ê vê zilmê qebûl nekin û rê nedin ti endamek me bi neyasayî were binçavkirin û êşkencekirin.”



