Lîreyê Tirkiyê nava çend rojan de sedî 30 nirx winda kir

Pereyê Tirkiyê li hember dolar, rojane nirx winda dike û dihele.

Li hember vê qeyrana aborî ya tirkiyê, şevê din li gelek bajaran gel rabû ser piyan û xwepêşandan lidar xistin.

Hikumeta tirk, nikare pêşiya qeyrana aborî bigire; û dolar, saet bi saet bilind dibe lîreyê tirkiyê nirx winda dike. 

Duh piştî axaftinên serokomarê tirk Teyîb Erdogan, lîreyê tirk li hember dolar zêdetirî sedî 30 nirx winda kir.

Beriya axaftina Erdogan dolarek Amerîkî 11 lîreyê tirkiyê bû.

Lê piştî axaftinên Erdogan, di nava çend saetan de dolarek Amerîkî bû 13 lîreyê Tirkiyê.

Hêjayî bîrxistinê ye ku destpêka 2021’an dolarek Amerîkî 7 lîreyê tirkiyê bû.

Lê niha lîreyek dolarek Amerîkî 13 lîreyê tirkiyê derbas kiriye.

Ev jî tê wê wateyê ku; di nava 11 mehan de lîreyê tirkiyê nêzîkî sedî 50 nirx winda kiriye.

Gelek şîrketan danûstendinên xwe rawestandin

Piştî bilindbûna dolar gelek esnaf û şîrketên mezin yên wek Apple, Ford û şîrketên madeyên zirayî difiroşin ji ber bê istiqrariya aborî, danûstendinên xwe dan rawestandin.

Bi bilindbûna dolar, pêdiviyên jiyanî jî saet bi saet buha dibe.

Hikumeta tirk du roj beriya niha buhayê mazot, benzîn û gazê bilind kiribû.

Lê belê îro carek din biryara bilindkirina mazot, benzîn û gazê girt.

Li gor aborînasan rewş her diçe ber bi xeteriyê ve diçe.

Gelek bajaran xwepêşandan hatin lidar xistin

Li hember vê qeyrana mezin şevê din gelek bajarên tirkiyê xwepêşandan hatin lidar xistin.

Bajarên wek Enqere, Stenbol, Îzmir, Kocaelî û Eskîşehîrê xwepêşandan hatin lidar xistin.

Di xwepêşandanan de dirûşmeyên wek “AKP îstifa”, “Hikûmet îstifa” û “Teyîb îstifa” hatin avêtin.

Gelek cihan jî polêsan êrîşî xwepêşandanan kir.

Li gor aborînasan, Teyîb Erdogan di vê polîtîkaya xwe ya aboriyê de israr bike, qeyran wê hîna kûrtir bibe.

Back to top button