Sarûhan Olûç: Hûn ê çok danîna gelê Kurd nebînin

Serokparlamenterê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç jî li ber Edliyeya ku Semra Guzel lê hatî girtin daxuyaniyek da..
Olûç bertek nîşanî Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê da û got:
“Hûn ê nebînin ku gelê Kurd çok tewandiye.”

Olûç bertek nîşanî girtina Guzel a derhiqûqî da û li ber edliyeyê daxuyanî da.Serok Parlamenter Sarûhan

Olûç dibêje :

Senoryoyek ku berê hatî amadekirin gav bi gav tê pêkanîn.

Senarîstê herî mezin ê vê senaryoyê Wezîrê Karên Hundir Sûleyman Soylû ye ..

Soylû yê ku kamera amade kirî û erk dayî memûran, plan dikir ku stû li Semra Guzel bide tewandin.

Çi çêbû? Semra Guzel stû tewand?

Ne tewand.

Tevî ku du polîsan zext li stûyê wê kirin, lê wê ew dîmen neda.

Suleyman Soylû, binêre tu wê di emrê xwe de nebînî ku gelê Kurd û siyasetmedarên nûnertiya gelê Kurd dikin çok tewandiye.

Ji ber vê yekê dest ji van senaryoyan berde.”

Back to top button