Şehîd Mihyedîn li Tirbespiyê hat oxirkirin

Cenazeyê şehîd Mihyedîn Miho (Mazlûm Tirbespiyê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Digrê yê navçeya Tirbespiyê hat veşartin.

Cenazeyê şehdî Mihyedîn Miho (Mazlûm Tirbespiyê) li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Digrê yê navçeya Tirbespiyê spartin axê.

Ji ber tedbîrên li dijî vîrûsa Coronayê, di merasimê de tenê  endamê Hêzên Xweparastinê, Meclisa Malbatên Şehîdan, malbata şehîd amede bûn.

Ji ber ku Şaneya Aloziyê ya ji bo parastina ji vîrûsa Coronayê kombûn qedexe kiriye.

Di merasimê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ubêd di merasîmê de axivî û sersaxî ji malbata şehîd û hevrêyên wî re xwest û soza şopandina riya şehîdan da.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de Cenazeyê şehîd bi diruşmeyên “Şehîd namirin” hate veşartin.

Back to top button