KJK: Divê daxwaza azadiya Rêber Ocalan xurtir bibe

Koordînasyona Komaleyên Jinên Kurdistanê (KJK), bang kir ku divê daxwaza azadiya Rêber Apo û girtiyên siyasî hê zêdetir xurtir bibe.

Koordînasyona KJK’ê, têkildarî metirsiya belavbûna vîrûsa Coronayê daxuyaniyek nivîskî da.

KJK’ê destnîşan kir ku gelek welat bi cidiyet li dijî belavbûna vîrûsê tedbîrên xwe nekirin, ji van dewletan jî Tirkiyê ye û ew ji mirinên ku çêbûne berpirs in.

KJK’ê, li hember belavbûna vîrûsê, bal kişand ser rola girîng a rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeyî, tevgerên jinan, ciwan û partiyên siyasî.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gel kir ku bila bi cidiyet nêzî pêvajoyê bibin.

Her wiha bang hat kirin ku di vê dema vîrûsa Coronayê de divê daxwaza azadiya Rêber Ocalan û girtiyên siyasî yên din jî zêdetir xurtir bibe.

Back to top button