Di çarçoveya şerê li dijî terorê de, di nava çend rojên derbasbûyî de, Yekîneyên Antî Teror YAT û Hêzên Antî Teror HAT ên QSD’ê li dijî şaneyên DAIŞ’ê çend operasyon pêk anîn.
Di operasyonan de gelek çete hatin girtin, şane hatin jihev-xistin û çek û amûrên di gel wan hatin desteserkirin.
Çeteyek hat kuştin û 4 hatin girtin
Di encama her du operasyonan de, çeteyek hat kuştin û 4 jî hatin girtin.
QSD’ê diyar kir ku hêzên wan ev operasyon bi beşdariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Dijî Terorê yên Başûrê Kurdistanê CTG’ê di nava 2 rojan de pêk anîn.
“Operasyona 1. Li bajarokê kerama pêk hat”
QSD’ê weha domand:
13’ê Gulanê piştî komkirina agahiyên îstîxbaratî yên zelal, YAT’ê şaneyeke rêxistina DAIŞ’ê li bajarokê Kerama yê gundewarê rojhilatê Reqayê kir armanc.
Vê şaneyê tevgera şaneyên DAIŞ’ê di navbera Reqa û Hesekê de hêsan dikir.
Her wiha hewil dida girtî û malbatên DAIŞ’î yên li kampa Holê ber bi Serêkanî û Girê Spî yên dagirkirî ve, birevîn e.
Di operasyonê de, endamên şaneyê hatin dorpêçkirin û banga radestkirinê hat kirin..
Lê terorîstekî şaneyê, hewil da bireve û gule avêt, Hêzên me neçar man bersivê bidin û şer derket.
Di encamê de terorîstê bi navê Feysel El-Xelef hat kuştin û yekî jî birîndar bû.
“Operasyona li Reqayê daketina ji esman bû”
Operasyona 2’emîn jî 14’ê Gulanê pêk hat.
Li ser vê operasyonê jî QSD’ê got:
Yekîneyên me operasyoneke daketina ji esman li bajarê Reqayê li dar xist û şaneyeke çalak a DAIŞ’ê kir armanc.
Vê şaneyê planên operasyonên terorîst li dijî herêmên me pêk tanî.
Ya herî dawîn hewila êrişa xwekujî ya li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Hesekê bû.
Di encama vê operasyonê de 3 terorîst hatin girtin hejmarek alavên leşkerî û teknîkî desteser kirin.