Yekîtiya Cotkaran û Sewalvanan ya Efrîn û Şehbayê bi dirûşma ‘Bi keda cotkaran em ê aboriya azad pêk bînin’ yekmîn konferansa xwe li dar xist.
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM konferans orgenîz kir.
Di konferansê de hevserokê Yekîtiya Cotkaran û Sewalvanan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nûr-Eldîn Ebdullah axivî û got:
“Di demekê de welat di krîzeke aborî ya mezin re derbas dibe, çandinî û sewalvanî piştgiriyeke bingehîn ji aborî û pêşxistina wê ye.
Ebdullah geşedanên li welat rû didin û bandora êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê jî nirxand.
Ebdullah destnîşan kir ku divê cotkar û karkerên qada çandiniyê xwe bi rêxistin bikin, da ku rêgeza xwetêrkirinê di civakê de bi pêş bikeve.
Beşdaran jî derbarê rêziknameyê de nêrînên xwe parve kirin û rêzikname hat erêkirin.
Dawiyê, hevserokên yekitiyê yên nû hatin hilbijartin.