GEIR PEDERSEN: RAGIHANDINA KOMÎTEYA DESTÛRÎ NÊZ E

Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo aloziya Sûrî Geir Pedersen got ku ragihandina komîteya gotûbêjkirina destûra Sûrî nêz e. Şandeya navnetewî ragihand ku wê der barê vê mijarê de hin civînan li dar bixin. 

21 Tebaxê Şandeya navnetewî ragihandibû ku wê Pedersen careke din bi hemû aliyên pêwendîdar re têkiliyan deyne.

13 Tebaxê jî berdevkê serokê Rûsî Dmitry Peskov gotibû ku ji bo ragihandina komîteya destûrî tenê gavek maye.

Ji aliyê xwe ve, beriya 2 rojan serokê Rûsyayê Vladimir Putin diyar kir ku ew hêvîdar in di demek nêz de komîteya destûrî , dest bi karê xwe li Cinêvê bike.

Leave a Reply

Back to top button