Holanda- Kongra KNK’ê di roja 2’an de dewam e

21’emîn Kongreya KNK’ê di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.
Deklarasyona têkildarî êrîşên dagirkeriyê û tecrîda li ser Rêber Apo, di Civata Giştî de bi yekdengî hate qebûlkirin.

21′ emîn Kongreya KNK’ê bi tevlîbûna dehan partî û rêxistinên Kurdistanî, gelek kesayetên serbixwe di roja 2’yemîn de didome.

Îro Deklarasyona li dijî êrişên dagirkeriyê û tecrîda li ser Rêber Apo hat pêşkeşkirin ku tê de hat gotin:

‘Ger dewleta Tirk Rojava dagir bike wê berê xwe bide Başûr jî’

“Dewleta Tirk ji bo plana xwe ya êrişa li dijî Rojavayê Kurdistanê bi cih bîne, hemû rêbazan bi kar tîne.

Dixwaze Kobanê û hemû herêmên din dagir bike, lewma ev du hefte ne ji hewa û bejahî ve bombeyan li ser gelên Kurdistanê dibarîne.

Eger ev dewleta hov di plana xwe de bi ser bikeve, bêguman wê ev dagirkerî bidomin û Başûrê Kurdistanê jî dagir bike.

Lewma em êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bi taybet gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar dikin.”

‘Polîtîkayên Îranê li dijî bêdengkirina gel nayên qebûlkirin’

Her wiha di civatê de qale serhildanên Rojhilatê Kurdisatanê jî hat kirin û hat gotin:

“Rejîma Îranê ku welat ji bo hemû gelan, hemû pêkhateyên etnîkî, olî û jinên kirine zindanek, hewil dide bi bêdengkirina serhildanê temenê xwe dirêj bike.

Rêjîm bi hemû derfet û hêza xwe bi awayekî hovane êrîşî xwepêşanderan dike.

Bi taybet zext û zordariya li ser jinan her ku diçe girantir dibe.

Lê belê dewleta Îranê êdî nikare pêşiya gel bigire û şoreşa li Îranê êdî nayê sekinandin.”

Bêdengiya NY li dijî bikaranîna çekên kîmyewî nayê qebûlkirin’

Her wiha bikaranîna çekên kîmyewî li hember gerîla jî rojeva civata KNK’ê bû û tê de ev yek hat ziman:

“Dewleta Tirk bi van çekên kîmyewî sûc li dijî mirovahiyê dike.

Em berpirsyariya van rêxistin û hêzan bi bîr tînin û tavilê bang li wan dikin ku bi erka xwe rabin.”

‘Em kampanyaya ji bo azadiya Abdullah Ocalan mezin bikin’

Têkîldarî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê jî ev yek hat diyarkirin:

“Bêdengiya CPT û Konseya Ewropayê nayê qebûlkirin û em bang li van saziyan dikin ku demildest bi berpirsyariyên xwe rabin.

Em jî piştgiriyê didin kampanyaya ji bo azadiya rêzdar Ocalan ku hatiye destpêkirin û bang li hemû Kurdistanî û dostên gelê Kurd dikin da tevlî vê kampanyayê bibin û xurtir bikin.”

21’emîn civîna civata giştî ya KNK’ê tê lidarxistin

Back to top button