Welatiyên Kerkûkê: Êrîşên dewleta Tirk dûbarekirina enfalê ye

Welatiyên Kerkûkê diyarkirin ku bombebarankirina Başûrê Kurdistanê tawanê herî mezine li beramberî Kurdan tê kirine û gotin, tişta ku dewleta Tirk dike, jenosîda gelê Kurd û dubarekirina Enfalê ye.

Welatiyê bi navê Ebas Dawidî derbarê mijar de got:

“Eger mirov bi wijdan baxive, tişta ku niha dewleta Tirk li beramberî xwezaya Kurdistanê dike jenosîde.

Heman Enfala ku beriya niha bi serê gelê Kurd hatibûye. Ma çawan dibe ku serweriya welatek were binpêkirin .”

Di dewamê de Ebas Dawidî got ku bombebarankirina Başûrê Kurdistanê tawanê herî mezine li beramberî vî welatî tê kirin û wiha dom kir:

“Dewlemendî û ciwaniya xwezaya Kurdistanê yek ji sedemên dagirkeriyê ye ku dijmin çav berdayê.

Lê şerme ji Hikûmeta Iraq û Herêmê re kes xwe bi xwediyê Kurdistanê nabîne.”

Welatiyê bi navê Hacî Ehmed Salih jî da zanîn ku welatî zerermendên yekem ên bombebaranê ne .

Hacî destnîşan kir ku dewleta tirk bi her awayî dijminahiya gelê Kurd kirine û wiha bi dawî kir :

” Ti demê welatên serdest nexwestine mafên gelê Kurd qebûlkin.”

Back to top button