Ji ber vîrûsa Corona li Çînê 38 mirî û Îranê 54000 girtî serbest berdan

Li gorî çend hefteyên borî, ev 3 roj in, bîlançoya qurban û nexweşên corona li Çînê kêm bûye.

Îro desthilatên Çînê ragihand ku herî dawî 38 kes ji ber coronayê mirine û jimara kesên nexweş pir kêm bûye.

Li gorî Komîteya Tenduristiyê ya Niştimanî, bi giştî jimara miriyan bû 2 hezar û 981 û yên nexweş 80 hezar û 200 kes in.

Ji ber zêdebelavbûna vîrûsê li Îranê jî, weke tedbîr, desthilatên welêt bêhtirî 54 hezar girtiyên zindanan bi awayekî demkî serbest berdan.

Heya niha jî, li giştî Îranê 77 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button