Rûsya, Tirkiyê bi “xurtkirina terorê” li Idlibê tewanbar kir

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Tirkiyê bi binpêkirina lihevkirina Soçî tawanbar kir û destnîşan kir ku, destê komên terorîst li Idlibê bi hêz kir û tişta niha li wir dibe, pêkanîna lihevkirina Soçî ye.

Rûsya, dewleta Tirk bi xurtkirina terorê li Idlibê tawanbar kir.

Wezareta Parastinê ya Rûsî diyar kir ku, agahiyên dibêjin Rejîma Sûrî bûye sedema malikwêraniya mirovî, sûcên şer û koçberiyê ne rast in..

Berdevkê Wezareta Rûsî, Îgor Konaşînkov (Igor Konachenkov) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku, agahiyên welatên Rojavayî û NY ji lihevkirina Soçî ya 2018’an û tiştê Tirkiye û komên çete pêk anîne tune ye..

Her wiha weke bersiv li ser armanckirina leşekerên Tirkiyê jî got, “li şûna Tirkiyê wan têk bibe, deverên komên çete û nuqteyên Tirkiyê ketine nava hev..”

Rûsya, dewleta Tirk bi zêdekirina hêzên xwe li Idlibê jî tawanbar kir ku bi vê yekê qanûna navdewletî binpê dike.

Wezareta Rûsî bal kişand ser êrîşên çeteyên Erdogan li Himêmîmê jî ku êdî êrîşên terorîst li ser baregehê bûne rojane.

Li gel xerabûna têkiliyên herdu welatan, şêwirmenda Alman Angela Merkel banga avakirina herêmeke ewle li Idlibê dike.

Ji destpêka Sibatê ve, şer navbera rejîma Sûrî û dewleta Tirk de gur bûye.

Ev şerê dijwar bû sedema revandina nêzî milyonek kes ji cih û warê xwe û hişt yekser hefteya borî artêşa Tirkiyê destwerdaneke leşkerî bike.

Ev pêşketinên ser erdê, hişt hemû aliyên şer ên Idlibê, hev bi aloziya herêmê tawanbar bikin û gefên ne-yekser li hev bixwin.

Sibe, ji bo lûtkeya çar-alî, Erdogan berê xwe dide Moskovayê, lê tê payîn hempîşeyê wî yê Rûsî Putin hevdîtinê pêk neyîne, ji ber li gorî Kremlin wê ev danûstandin ne hêsan bin û hêvî dikin serokê Rûsî hazir bibe.

Ji aliyê xwe ve, Merkel duh Putin rexne kiribû ku çima tevlî civîna çar-alî ya navbera wan, Tirkiye û Fransayê nabe.

Beşar Esed: Nakokiyên heyî ne mentiqî ne

Her wiha Serokê rejîma Sûrî Beşar Esed jî ji Televizyona Rûsya 24 re axivî.

Televsionê jî beriya bernamê bi weşêne, deqeyek parve kir.

Esed diyar kir ku Sûriyê li dijî Tirkiyê ti êrîş pêk ne anîne û nakokiyên heyî jî ne mantiqî ne.

Esed diyar kir ku gelên Tirkiyê û Sûriyê bira ne û got:

” Ez ji gelê Tirkiyê dipirsim ka Sûriyê çi êrîş li dijî Tirkiyê pêk anîye. Qet tine ye.”

Balkêşe piştî hevdîtina Pûtîn û Erdogan ya sibe wê bername were weşandin.

Back to top button