Istixbareta Brîtanya: Şerê li Mariupol pêşdeçûna Rûsya rawestand

Rûsya li bajarê Mariupolê dur li artêşa Ûkrayna teng kiriye. Îstixbareta Brîtanya dibêje, hêzên Ûkrayna li bajarê Mariupolê pêşdeçûna Moskow rawestandine. Rûsya bi moşekan êrişî Lviv kir. 6 kes hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn. Li bajarê Xarkov jî tîmên tenduristiyê di nava êrişên Rûsya de man.

Şerê Ûkrayna di roja 54’an de li başûrê welat didome.

Li gorî îstixbarata Brîtanyayê, şerê Ûkraynayê ya li Mariupolê, pêşveçûna hêzên Rûsyayê li wî welat asteng kir.

Di nirxandina yekîneyên îstîxbarata Brîtanyayê de hate gotin,

Berxwedana Ûkraynayê hêzên Rûsyayê xiste ber ceribandineke dijwar, çavkaniyên wan teng kir û ev yek jî pêşveçûna Rûsyayê li herêmên din ên Ûkraynayê sist kir.

Li gorî nirxandina ku îro ji aliyê Wezareta Parastinê ya Îngilîstanê ve hate weşandin, fermandarên rûsî ji dema girtina Mariupolê bi fikar in.

Îstîxbarata Brîtanî, li dû helwesteke ne asayî, bi rêkûpêk agahiyên servîsa veşartî yên derbarê şerê ku Rûsya li Ûkraynayê dimeşîne bi raya giştî re parve dike.

Di êrişa li dijî Lviv de 6 kes hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn

Hêzên Rûsyayê vê sibê 5 êrîşên mûşekî li ser bajarê Lviv ê Ûkraynayê ku nêzî sînorê Polonyayê, kirin.

Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 6 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.

Ji şêwirmendên Serokomariya Ûkraynayê Mykhailo Podolyak, di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê de got,

Di heman demê de 5 mûşek li binesaziya sivîl a bajarê kevnar ê Ewropayê Lviv ketin.

Şaredarê Lviv Andriy Savovy jî di daxuyaniya xwe ya li ser Telegramê de ragihand ku wan tîmên rewşa lezgîn ji bo herêmê şandine.

Li Xarkovê tîmên xelaskirina birîndaran di nava şer de man

Asta êrişên Rûsya li ser bajarê Xarkov jî dijwar bûye.

Tîmên tenduristiyê yên ji bo rizgarkirina birîdaran li herêmê bûn, di nava şer de man.

Ûkrayna: 20,600 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Her wiha sererkaniya Ûkrayna jî bi daxuyaniyekê bilançoya şerê 54 rojan a li dijî Rûsya eşkere kir.

Li gorî îdîaya artêşa Ukraynayê:

20,600 leşkerên Rûsya hatine kuştin.

167 balafir, 147 helîkopter û 790 tankên Rûsya hatine bêkêrkirin.

Back to top button