WWF: Her sal Çîn û YE bi sedhezaran hektar daristanê tine dikin

Rêxistina Parastina Sirûştê ya Cîhanê (WWF) ragihand ku welatên herî zêde berhemên daristanî dimezêxin Çîn û YE ye ne.
Ji ber vê yekê her sal bi sed hezaran hektar daristan tine dibe.

Tê zanîn li tevahiya cîhanê her sal beşek girîng ê bi sed hezaran hektar daristanên ku têne tinekirin ji bo berhemên sektorên çandinî û sektorên din tê bikaranîn.

Gelek welat her çendî bibêjin ku ew tenê berhemên ‘kanên domdar’ îthal û îhraç dikin jî, rastiya kesên ku dibêjin ‘dostê avûhewayê û derdorê ne’ jî di vê qirkirinê de para wan heye û ev yek qet naguhere.

Li gorî rapora dawî ya Rêxistina Parastina Sirûştê ya Cîhanê (WWF) jî, di bazirganiya berhemên daristanî de mişteriyên ku herî zêde derdikevin pêş Çîn û Yekîtiya Ewropa ne.

Herî zêde Çîn berhemên darî bi kar tîne.

Para Çînê ji sedî 24 e.

Para welatên YE’yê jî ji sedî 16 ye.

Texmîn ew e ku di navbera 2005-2017’an de ji ber berhemên ku hatine îthalkirin 3,5 milyon hektar daristan hatiye tinekirin.

Back to top button