Qahîrê ji şirketa Japonya ku xwediyê keştiyê ye 900 milyon dolar tazmînat xwest

Keştiya ‘The Ever Given’ ya ku hefteyekê rêya bazirganiya Qenala Sûveyşê darawestandin, bi cezayan re rûbirû maye. Misirê daxwaza 900 milyon dolar tazmînat kir.

Li gorî nûçeyên spartî şirketa Shoei Kisen a Japonya, Rêveberiya Qenala Sûveyş (SCA) ji şirketa Japonya 900 milyon dolar tazmînat xwestiye.

Şirketa Japonya jî ev yek weke daneyeke ku “nehatî dîtin” binav kir.

Şirketê diyar kir ku ev yek ne li gorî rêgezane û hevdîtinên wan yên SCA re wê dewam bikin.

Keştiya ku 400 metreyan dirêj bû, 24’ê Adarê rêya bazirganiya Qenala Sûveyşê dabû rawestandin.

Keştiya ku li nava qenalê asê mayî bûbû sedema ku Misir rojane bi qasî 12-14 milyon dolar ziyan bibîne.

Herî dawî SCA 29’ê adarê ragihand ku keştîhatiye xelaskirin û rêya bazirganiyê careke din hatiye vekirin.

Her wiha rêveberiya qenalê diyar kiribû ku wê têkildarî keştiyê lêpirsînekê bidin despêkirin û heta lêpirsîn bi dawî nebe wê keştî dibin kontrola wan de be.

Back to top button