Li bejahiya Dêrazorê û Humsê 9 çekdarên bi ser hikumeta Şamê ve hatin kuştin

Li bejahiya Meyadîn a Dêra Zorê û Humsê, di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de 9 çekdarên alîgerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteyeke çekdarên bi ser hikumeta Şamê ve ya li bejahiya Meyadîn a Dêra Zorê kir.

Ev êrîş li derdora navçeya Ibn Muweyn’i çêbû û tê de çekdarek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li Rojihalatê Humsê jî, di encma êrîşên çeteyên DAIŞ’ê nuqteyên çekdarên girêdayî hêzên Îranê de 5 çekdar hatin kuştin, 12 jî birîndar bûn.

Her weha li bajaroka Mihîn a li gundewarê Humsê 3 çekdarên “Feyleqa Pêncan” hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.

Balafireke bêmirov erebeyeke çeteyên dewleta Tirk bombebaran kir

Li rojavayê bajarê Idlibê balafireke bêmirov ku tê payîn a Koalîsyona Navneteweyî wesayîteke çeteyên dewleta Tirk bombebaran kir.

Li gorî Çavdêriyê, ji ber bombebaranê teqîneke mezin li herêmê rû da, heya niha jî tu agahî der barê windahiyên canî de nehatin bidestxisitn.

Back to top button