Meclisa Alman: Komên Tirkiyê heman rêbazên DAIŞ’ê pêk tînin

Meclisa Elman bi raporekê eşkere kir ku, çeteyên Dewleta Tirk, heman rêbazên DAIŞ’ê pêk tînin..
Meclisê destnîşan kir ku, ev komên radîkal bi çekên Almanî tên avakirin..

Daîreya Xizmetên Zanistîya Meclîsa Federal a Alman, diyar kir, komên ku Tirkiyê navê ”Artêşa Millî ya Sûriyê” li wan dike bi rengekî zelal ji xwe re ”cîhadî” dibêjin.

Li gorî nûçeya ANF ya bi zimanê Almanî, di raporê de tê gotin, çeteyên bi navê ”Al-Faylaq Majd” rêbazên DAÎŞ’ê bi bîra mirov dixe.

Berdevka Karê Navxwe ya Partiya Çepgir Ullah Jelpke ya ku pirsên têkildarî komên navborî pêşkêş kiribû, destnîşan kir ku, çete bi tangên Leopard 2 paqijiya etnîk kirine, di vê rewşê de Almanya nikare xwe di bin ‘cilika bêdengiyê” de veşêre..

Her wiha hişyariyê dide ku, li vir DAIŞ tê avakirin û bang kir ku, “Divê li dijî amûrên terorê yên Erdogan bi zelalî bibin xwedî helwest û li li ser wan bijidînin, û Ewropa destekdayîna Tirkiyê rawestîne”.

Leave a Reply

Back to top button