Li Efxanistanê 2 bombe di heman demê de hatin teqandin,14 kes hatin kuştin

Li Efxanistanê, di encama teqandina 2 bombeyan de, 14 kes hatin kuştin.

Sêşemê, li navenda bajêr, bombeyek ku li ser rêyekê hatibû çandin, hat teqandin û 14 sivîl di encama wê de hatin kuştin û 45 hatin birîndarkirin.

Wezareta Derve ragihand ku li bajarê Bamyan di heman rojê de, bombeyek hat teqandin û tê de 45 kes bi giranî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, bombe li cihên cuda û di heman demê de hatin teqandin.

Berdevkê Tevgera Talibanê Zebîh-Alah Micahid  jî yekser ne-perpirsiyariya xwe ragihand.

Back to top button