Konferansa geşkirina diyaloga navxweyî, şerê navxweyî xeta sor dît

Encamnameya konferansa geşkirina diyaloga navxweyî ku KNK’ê û Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê li dar xist, hate aşkerekirin. Di encamnameyê de, ji bo bidawîbûna rageşiyên navxweyî bangên girîng hatin kirin, ji wan jî şerê navxweyî xeta sor û heram hat dîtin..

Ev demek PDK’ê di nava hewldanên derxistina şerê navxweyî de ye..

KNK’ê jî ji bo rê li pêşiya vî şerî biger, ev demek ketiya nava hewldanên aştî û diyalogan.

Li ser banga KNK û Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê, berî 2 rojan konfransek Online, bi navê “Şêwira Pêşxistina Diyaloga Navxweyî” pêk hat.

Di konfransê de, derdora 250 kesî ji nûnerên partî û rêxistinan amade bûn û peyamên xwe pêşkêş kirin.

Helwest û daxwazên beşdaran ji bo tekoşîna hemberî dagirkeran û çareseriya pirsgirêkên navxweyî, hêviyeke mezin çêkirin.

Beşdaran bang li hemû hêzên Kurdistanî kir ku nakokiyên di nav xwe de bidin aliykî, werin ba hev û yekîtiyekî xurt pêk bînin.

Piştî şirove û nîqaşên kûr û dirêj, encamnameya Şêwira geşkirina diyaloga navxweyî ya hatî pêşkêşkirin, wiha ye:

Destkeftiyên gelê Kurdistanê deskeftiyên neteweyî ne û parastina wan jî erkekî neteweyî û niştimanî ye.

Şerê navxweyî xeta sor e, divê hemî pirsgirêkên nav hêzên Kurdistanî de, bi diyalogê bêne çareserkirin.

Em li dijî hemû rûbirûbînên çekdarî di navbera hêzên Kurdî de ne, ev ji bo hemî destkeftiyên Kurdistanê xeterîyek mezin in.

Destekdayîn û piştgiriya helwestên aştî û diyalogê û pêngava ragihindinê ya dijî hev rawestînin.

Back to top button