Rêveberiya Xweser saziyên xwe heya 4 rojan rawestandin

Rêveberiya Xweser ji bo rêgirtina li pêşiya Vîrûsa Corona, ragihand ku, wê karê hemû saziyên xwe rawestîne.

Rêveberiyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku, ji bo rêgirtina li pêşiya Vîrûsa Corona û vekirina rê li pêşiya komîteyên tundurisitiyê ku van saziyan pak bikin, hemû saziyên wê ji îro heta roja Pêncşemê tên rawestandin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiyê, tenê saziyên ku berdewamiya karên wan pêwîst in, vekirî dimînin.

Duh jî Rêvebriya Xweser çend biryarên girîng girtin û dibistan, zanîngeh, peymanegh û dergehên sînorî da rawestandin.

Her wiha da zanîn, ji bo rewşên awarte jî, şaneyeke alzoiyê ji bo şopandina Vîrûsê û girtina rêkarên pêwîst, wê were avakirin.

Back to top button