Îro şerê Sûrî dikeve sala xwe ya 9an û hîna jî şer li dar e.
Bi rasthatina vê rojê re, Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan bîlançoya şerê 9 salan eşkere kir û li gorî wê, heya niha 384 hezar kes hatine kuştin.
Şerê Sûrî derbasî sala xwe ya 9an dibe û ji ber destwerdanên derve li Sûriyê, aloziya welêt kûrtir dibe.
Ev destwerdan, nemaze ya Tirkiye, Rûsya, Îran û Amerîkayê, Sûriye veguherand qadeke şerê herêmî û navdewletî û li dirêjahiya 9 salan, bi sedhezaran Sûrî hatin kuştin û bi sedhezaran koçber û penaber jî bûn.
Li gorî bîlançoya Nevenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan:
384 hezar, di nava de 116 hezar sivîl hatin kuştin.
Ji van sivîlan, zêdetirî 22 hezar zarok û 13 hezar jin hatin kuştin.
129 hezar leşkerên rejîmê û çekdarên bi ser wê ve hatin kuştin.
Hezar û 697 endamên komên “Hizibullah” a Libnanî hatin kuştin.
57 hezar komên çete hatin kuştin.
Her wekî di encama şerê li dijî DAIŞê û êrîşên dewleta Tirk li ser bakur û rojhilatê Sûrî de,
13 hezar şervanên QSD’ê şehîd bûn.
Li beramberî vê yekê jî,
67 hezar çeteyên DAIŞ û Cebhit el-Nusra hatin kuştin.
û 421 kesên nenas hatin kuştin.
Li gorî Çavdêriya Sûrî,
Zêdetirî 97 hezar kes hatin revandin û hin ji wan di girtîgehên rejîmê de ne.
Ji bilî zirarên canî, di van 9 salan de aboriya Sûrî jî li gorî danayên NY bi 400 Milyar dolarî têk çûye.