Rêzeçalakiyên 8’ê Adarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dûrişma “Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye” tên lidarxistin.
Li bajarê Qamişlo û Hesekê çalakî haitn lidarxistin. Jinan di çalakiyan de diyar kirin ku divê jin mafên xwe bistînin û di jiyana azad û wekhev de nêrîna xwe bide.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya rasthatina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê didomin.
Di çarçoveya çalakiyan de, Kongra Star a bajarê Qamişlo li 3 cihan semîner dan.
Li dibistana Salih Ebdî, taxa Qidûrbeg û komîngeha Şehîd Hebûn a taxa Hilêliyê semîner hate dayîn û bal hate kişandin ser rola jinan di şoreşa Rojava de.
Meclisa Jinan a PYD’ê li Kampa Waşûkanî semînereke da
Li bajarê Hesekê jî bi boneya 8’ê Adarê gelek semîner û çalakiyên çandî hatin orgenîzekirin
Meclisa Jinan a PYD’ê bi hevkariya Kongra Star semînerek li kampa Waşûkanî ya bajarokê Tiwêna ya bajarê da.
Di semînerê de hate destnîşan kir ku îdeolojiya rizgarkirina jinan a ku rêber Abdullah Ocalan ji bo jinan pêşkêş kiriye, hêzeke mezin da hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê.
Li Hesekê jinan çalakiyek piskilêtan lidarxisitn
Bi dirûşmeya “Ez jî dikarim” Kongra Star bi hevkariya Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Hesekê çalakiya piskilêtan li dar xistin.
Bi dehan jin tevli vê çalakiyê bûn.
Jinan destên xwe bi rengên cuda boyax kirin û mohra xwe li dîwarekî ku li hemberî çerxerêyê ye xist û sloganên bijî berxwedana jinan berz kirin.
Sebah Nasir ku beşdarî çalakiyê bûye da zanîn ku kevneşopiyên civakê jinan dide fetsandin û hêza wê biçûk dike û got:
Ez beşdarî vê çalakiyê bûn, da ku bidim xuyakirin ku tiştekî şerm nîne heya ku civak ser me dide ferzkirin.
Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo li ser çalakiyê axivî û wiha got.
Li Hesekê çalakiyek helbestî hat lidarxistin
Di heman çarçoveyê de Yekitiya Mamosteyan a Kantona Hesekê çalakiyeke helbestî li dar xist
Mijarên helbestan li ser şehîdan, berxwedana Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn.
Navenda Çand û Hûnera Cemîl Horo ya Helebê di nava amadekariyan de ye
Navenda çand û Hûnera Cemîl Horo ya bajarê Helebê ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê amadekariyên xwe ji bo pêşwaziya vê rojê dike. Her wiha komên wan ên stranan, govend û şanoyê perwerdeyên xwe dibînin