Senatoya Amerîka ji ber sedemên ewlekariyê civîna xwe beltal kir

Piştî polîsên li avahiya Kongreya Amerîkayê hişyar kir ku dibe komên çekdar êrişî avahiyê bikin Senatoya Amerîkayê civîna xwe ya plankirî, betal kir.

Rêveberiya polîsên Capitolê (avahiya Kongreya Amerîkayê) bi daxuyaniyekê ragihand ku hin agahî bi dest xistine ku dibe îro komên çekdar êrişî avahiya kongreyê bikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku polîsên Capitolê bi saziyên din ên ewlekariyê re dixebite da ku gefên li dijî avahiyê rawestîne.

Biryar bû ku îro rûniştinek ji bo nîqaş û dengdayîna li ser qanûna polîsan were lidarxistin, lê belê endamekî Partiya Demokrat ragihand ku ji ber sedemên ewlekariyê tevahî plan hatin guhartin.

Back to top button