NY: Piştî darbeya li Myanmarê 38 xwepêşandêr hatine kuştin

Bîlançoya darbeya bi xwîn ya li Myanmarê her roja derbas dibe girantir dibe. NY ragihand ku zêdeyî 38 kes mirine û artêş tevî hemû zextan ji ya xwe danakeve.

Dengê xwepêşandêrên Myanmarî ya li dijî artêşa darbekar li nava welat vedide.

NY rapora xwe ya derbarê rewşa li Myanmarê de eşkere kir û got:

Heta niha 38 xwepêşandêr ji ber êrîşa artêşê hatine kuştin.

Nûnera NY taybet bi Myanmarê Christine Schraner Burgener jî diyar kir ku dimenên li welat mirovan matmayî dihêle û dazanîn ku 3 Adarê piştî darbeyê roja herî bixwîn bû.

Li gorî agahiyan ji 1 Sibatê roja despêka darbeyê heta niha zêdeyî 50 kes hatine kuştin û bisedan birîndar hene.

NY ragihand ku hezar û 700 kes hatine binçavkirin û ji van 29 jê rojnamevanin.

Tevî zextan jî artêşa darbekar gavan paşde na avêje û dibêje ew ji hemû rewşekî re amade ne.

Amerîka: Divê zext li ser artêşa Myanmarê were zêdekirin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Ned Price di daxuyaniya çapemeniya doh de bang li qada navnetewî kir ku li dijî artêşa Myanmar ya tundiyê li dijî gel pêk tîne xebatek hevpar were kirin.

Price daxwaz ji Çînê kir ku bi bandora xwe ya li ser artêşa Myanmarê zêxtê lê bike.

Ya ku xuya dike artêşa darbekar wê zextên li ser xwepêşandêran zêde bike.

Back to top button