Ewropiyan dest ji pêşnûme biryara li dijî Îranê berdan

Ewropiyên ku aliyekî peymana nukleerî ya bi Îranê re ne, dest ji pêşnûme biryara ku wê pêşkêşî Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî bikira berdan.

Di pêşnûme biryarê de ku DYA’yê piştgirî dida, Almanya, Fransa û Qraliyeta Yekbûyî betalkirina hin kontrolên bernameya nukleerî ya Tehranê şermezarkirin.

Li gorî nûçeya AFP’ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên dîplomatîk, pêşnûme biryar wê pêşkêşî dengdanê neyê kirin.

Fransayê 2’ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ji bo şermezarkirina biryara Îranê wê pêşnûme biryarekê pêşkêkî saziya enerjiya atomê bikin.

Serokomar Emmanuel Macron jî di axaftineke xwe de ya bi telefonê ji Serokomarê Îranê xwestibû ku ji bo bicihanîna sozên xwe ‘jestên eşkere’ bike.

Îranê jî li hemberî qebûlkirina biryareke bi vî rengî hişyariyeke nû dabû.

Berdevkê hikumeta Îranê Elî Rabîî diyar kiribû, di demeke wiha de ku hewl tê dayin peymana nukleerê bê rizgarkirin, qebûlkirina biryareke wiha wê karibe hewldanên heta niha hatine kirin pûç bike.

Rabîî diyar kiribû ku Îran bi çareseriyeke danustandinê re ye.

Back to top button