Pentegon: Di êrîşa li ser baregeha Eyn El Esed de kesekî jiyana xwe ji dest da

Baregeha Amerîka ya Eyn Esed a li rojavayê Bexdayê bi 10 mûşekan hedef hate girtin. Êrîşa li dijî baregehê li Waşîngtonê deng veda.

Wezareta Parastin Pentegon û Koşka Spî li ser mijarê daxuyaniyên cuda dan. Pentegonê got, di êrîşê de kesek miriye, Koşka Spî jî ragihand ku ger pêwist bike wê careke din bikevîn tevgerê.

Baregeha leşkerî Amerîka ya li Eyn Esed ya ku leşkerên Amerîka, Iraq û Koalîsyona Navneteweyî têde ne doh bû hedefa mûşekan.

Baregeh bi 10 mûşekan hate hedefgirtin.

Heta niha ti aliyan ev êrîş li xwe ne girtiye.

Baregeh 193 kîlometreyan dikeve rojavayê Bexdayê.

Salên borî ji aliyê Îranê ve ji bo tolstandina Qasim Silêmanî û Mehdî Muhendîs hedef hatibû girtin û gelek ziyan lêbibû.

Êrîşa li dijî baregehê, Waşîngton xiste nava tevgerê.

Ji sazî û rêxistinên welat daxuyanî li pey hev hatin dayîn.

Wezareta Parastinê Pentegon li ser êrîşê daxuyaniyek da.

Berdevkê wezaretê John Kirby diyar kir ku di dema êrişê de xebatkarek Amerîkî krîza dil derbas kiriye û miriye.

John Kirby dazanîn ku niha hêzên Iraqê têkildarî êrîşê lêkolînê dikin.

Kirby anî ziman ku di dema êrîşê de sîstema parastina ezmanî ketine tevgerê û li ser êrîşê Wezîrê Parastinê Lloyd Austin jî hatiye agehdarkirin.

15 û 22’ê Sibatê hêzên DYA yên li balfirgeha Hewlêr û Herêma Kesk a Bexdayê bûbûn hedefa êrîşan.

26’ê Sibatê jî hêzên DYA li dijî çekdarên Îranê yên li navbera sînorê Sûrye-Iraqê de kiribûn hedef.

Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûrî herî kêm 22 çekdar hatibûn kuştin.

Koşka Spî: Ger pêwist bike emê careke din bikevin tevgerê

Êrîş di rojeva Koşka Spî de bû.

Berdevka Koşka Spî Jen Psakî di daxuyaniya çapemeniya rojane de îşaret bi êrîşê kir û wiha got:

Em rewşa li herêmê ji nêz ve dişopînin.

Emê bilez tevger nekin û biryarekî zu negirîn.

Lê ger pêwist bike emê careke din bikevin tevgerê.

Back to top button