Înîsiyatîfa Nûn: Divê tecrîda ne hiqûqî bê şikandin

Înîsiyatîfa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, bi boneya 25. salvegera komploya navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî da banga zelalkirina rewşa rêber Apo kir.
Parêzer Nesra Xelîl jî têkildarî komploya axivî û got:”Ev 25 sal in di kesayeta Rêber Ocalan de zagonên navnetewî tê binpêkirin.

Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an heta roja îro bi tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan re, bi hedefgirtina hebûna gelê Kurd û polîtîkayên qirkirinê berdewame.

Înîsiyatîfa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, bi boneya 25. salvegera komploya navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê civaka navneteweyî, sazî, rêxistin û rêxistinên mafên mirovan ji bo bidawîkirina tecrîdê bi erka xwe rabin û wiha hat gotin:

Komploya navneteweyî ya ku zêdeyî 25 sal berê dest pê kir, ji tirsa hêzên sermayedar a ji projeya Rêber Abdulah Ocalan wêdetir tiştekî nîn e.”

Tevî bi salan binpêkirinên li ser Rêbertî tên kirin jî, fikra wî hîna belav dibe.

Fikra jiyana azad a jinan hêviyek da hemû jinên cîhanê.

Tişta ku li Girtîgeha Îmraliyê diqewime divê bi lezgîn bê ronîkirin û tecrîda ne hiqûqî bê şikandin.

Nesra Xelîl: Dewleta Tirk hemû pîvanên hiqûqî binpê dike

Endama Meclîsa Edaletê ya herêma Firatê, parêzer Nesra Xelîl jî aliyên hiqûqî û zagonî yên komployê nirxand û wiha got:

Dewleta Tirk hemû bendên hiqûqî binpê kir û hîna jî dike.

“DIVÊ CPT ERK Û PERPIRSYARIYÊN XWE PÊK BÎNE”

Parêzer Nesra Xelîl diyar kir ku xebatên şopandina rewşa girtiyan ji rêxistina CPT tê xwestin û wiha dawî lê anî:

Divê sazî û rêxistinên têkildarî mafê mirovan û girtiyan rapor û helwestên cidî nîşan bidin.

Back to top button