Li gundê Secû yê Izazê teqînek çêbû

Li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, rewş xerab e..li gundê Secû yê Izazê teqînek çêbû û kuştî û birîndar hene.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh mayînek bi erebeyeke belavkirina nan li bazara sebzeyan a gundê Secû yê Izaza dagirkirî de teqiya.

Çavdêriyê da zanîn ku di teqînê de, yek hat kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Lê li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirina li Bakurê Sûrî, yek hatiye kuştin û 8 kes birîndar in..

12’ê Çileyê jî li Cerablusa dagirkirî mayînek teqiya û li wir zarokek birîndar bûbû.

Back to top button