Koordînasyonên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna salane ya duyemîn li dar xist

Koordînasyonên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane ya duyemîn a 2020’an li dar xist. Di civînê de, xebatên par hatin nirxandin û planên 2021’an hatin danîn, her wiha gelek projeyên taybet bi jinan hatin erêkirin.

Duh, Koordînasyonên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane ya duyemîn a 2020’an li bajarê Reqayê li dar xist.

Di civînê de, hevserokên 7 Rêveberên Xweser û Sivîl, nûnerên ji Kongra Star, Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed û cîgira Desteya Jinan Rûken Îbrahîm amade bûn.

Destpêkê, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid bendên civînê xwendin.

Piştre Ilham Ehmed destnîşan kir ku di sala derbasbûyî de azar û êşên gelê Sûriyê ji tevahî aliyên siyasî û aborî û civakî ve, bi taybet ên jinan, zêde bûn.

Ilham Ehmed da zanîn ku ew di pêvajoyeke veguhêz de dijîn, lewma bidawîkirina aloziya Sûriyê bi rêya aştiyê pêkan e.

Piştî axaftinan, rewşa jinan, bi taybet sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî wan hatin gotûbêjkirin.

Beşdarên civînê jî, anîn ziman ku jin di hemû aliyan de pêşeng e û di rêya tevlîbûna li kongreyên navneteweyî, xwe sepand.

Di dawiya civînê de, têkildarî xebata jinan, gelek proje hatin erêkirin ku îsal werin pêkanîn; ji van projeyan jî:

  • Sûcên li herêmên dagirkirî werin belgekirin.
  • Mala Parastina Jinan were vekirin.
  • Têkoşîna li dijî parskirin û xebitandina zarokan.
  • Projeyên mizextkariyê.
  • Bi çavdêriya jinan akademiyeke pîşesaziyê were vekirin.
  • Li herêmê dayîngeh û baxçeyên zarokan werin vekirin.
  • Zêdekirina pêngavên zanistê, perwerdeyên amadekirin û fêrkirinê.
  • Ji bo zarokên temenbiçûk cihekî taybet were peydakirin.
  • Akademiyên amadekirina endamên rêveber ên taybet bi jinan werin vekirin.
  • Ji dayîk û hevjînên şehîdan re konferans werin lidarxistin.
  • Ji hemû jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re rêzecivîn werin lidarxistin.
Back to top button