KJK’ê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de daxuyanî da

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir dewleta Tirk a dagirker ruyê din yê hovanê ê DAIŞ’ê ye ku êrişî bakur û rojhilatê Sûriyê dike.
KJK’ê bang li gel û jinan kir ku li hemberî êrişa qirkirinê helwesteke xurtir nîşan bidin û xwedî li şoreşa Jinan a Rojava derkevin.

Koordînasyona KJK’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

“Tirkiyê dixwaze rehên jiyanê ên gelê Rojava bibire”

KJK’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk a qirker rûyê hovane ê DAIŞ’ê ye ku bi xedarî êrişî gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê dike û wiha got;

“Van êrişan bi armanca birîna rehên jiyanê yên gelê me, koçberkirin û guhertina demografiyê dike.

“Dewleta Tirk li pêş çavên cîhanê sûcê şer dike”

Dewleta Tirk li pêş çavên Cîhanê li Rojava bi rengekî şênber sûcên şer dike.

Hêzên navetewî û herêmî ji bo berjewendiyên xwe bêdeng û bê helwest in.”

“Bêhelwestiya hin aliyên Kurd nokerî û xiyanet e”

KJK’ê bêhelwestiya hin aliyên Kurd jî bibîrxist û wiha dewam kir:

“Bêhelwestiya hin sazî û partiyên Kurd bi taybetî jî yên li Başûrê Kurdistanê, nayê qebûlkirin. Ev eşkere nokerî û xiyanet e.”

“Êriş dewama kompolya 9’ê cotmehê ne”

KJK’ê da zanîn ku êrişên dewleta Tirk dewama komploya navnetewî ye û ev bang li gel kir:

“Eşkere ye ku êrişa qirkirinê ya dewleta Tirk a li ser gelê me yê li Rojava dewama komploya 9’ê Cotmeha 1998’an e.

“Divê jin, ciwan û her welatparêzek li ber êrişan rabe”

Divê gelê me, jin, ciwan û herkesên welatparêz her qadê bersivê bidin.

Divê jin û gelên cîhanê jî li hemberî vê êrişa qirkirinê helwesteke hîn xurt nîşan bidin.”

Her wiha di serî de DYA em bang li hemû hêzên koalîsyonê dikin ku bi erkên xwe rabin.

Back to top button