Fermendariya YPJ’ê Yadê Nûra Evdî Osman bi bîr anî

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi rêzdarî kedkara şoreşê dayîka xwe Nûra Evdî Osman bi bîr anî û bi peyamekê sersaxî ji malbata wê re xwest.

YPJ‘ê got:

Me bi xemgînî agahiya mirina dayîka xwe Nûra Evdî girt.

Yadê Nûra dayîka şehîd Berzan û şehîd Ednan û rêhevala me Rûbar Qamişlo ye.

Wê piştî temenekî bi têkoşîn, fedakarî û bi wêrekiyê dagirtî, çavê xwe li cîhanê girt.

Dayîka me Nûra her rojek ji temenê xwe yê giran-biha mîna findekê di oxira şoreşê de heland.

Bi vî rengî Yadê Nûra bi dil û can berpirsyariyên herî zor girte ser milê xwe.

Hemû karên ku yadê Nûra dida meşandin, bi xeterî û tehlûkeyan dagirtî bû.

Di dema ku yadê Nûra li ser karê xwe bû, hate girtin û ew birin zindana Filîstînê.

Piştî ku yadê hate berdan, vê carê rejîma Baas herdu lawên wê girtin.

Em careke din soz didin ku emê xeyala yadê Nûra ya avakirina Kurdistana azad û Rêberê azad misoger bikin.

Back to top button