Îro li Şengalê ji bo şehîdên komkujiyê serê sibê jiyan sekinî. Paşê Bi dehhezaran Şengalî meşek li darixstin û şehîdên komkujiyê bibîranîn.
Îro ji bo bîranîna şehîdên komkujiyê li Şengalê 3 deqeyan jiyan hate rawestandin.
Li ser banga Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, jin, zarok, dayîk, kesên temenmezin ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Şengalê, di saet 10’an de 3 deqe rêzgirtin.
Şengalî li Çarxerêya Yermukê, Şehîd Zerdeşt, Mam Zekî û li ber avahiya Meclîsa Gel a Şengalê û bi giştî cihên navendî ji bo giyanê şehîdên komkujiyê 3 deqeyan jiyana xwe rawestand.
Her wiha li bazaran hemû dikan hatin giritn.
Piştî rêzgirtinê li gelek cihan av hate belavkirin.
Av ji bo giyanê bi sedan jin, zarok û kalemêr ku ji tîna şehîd ketibûn hate belavkirin.
Bi dehhezaran Şengalî meşiyan û şehîdên komkujiyê bibîranîn
Di seat 5’an de jî, bi hezaran xelkê Şengalê ji bo bîranîna Fermana 73’an û qurbaniyên wê meşiyan.
Şengalî bi zarok, jin û ciwanên xwe daketin kolanan.
Meş ji ber Çerxerêya Yermûk destpêkir heya ber Meclîsa Gel A Şengalê dewam kir.
Bi sloganên xwe xiyaneta PDK’ê bi bîrxistin û berxwedana gerîlayên ku Şengal ji hovîtiya DAIŞ’ê parast silav kirin.
Di mitîngê de, Cîgirê hevserokatiya Meclisa Xweseriya Demokratî a Şengalê Heso Ibrahîm axivî û piştgiriya gelê Rojava ji bo xelkê Şengalê bi bîr xist.