12 roj in greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Rihayê didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku 10 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê dabûn destpêkirin di roja 12’an de ye. Girtî Mehmet Bînîcî, diyar kir ku eger heta 4 hefteyan daxwazên wan pêk neyên, wê hemû girtî dest bi greva birçîbûnê bikin. Hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatan ên Egeyê Ahmet Ertaş, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û eşkere kir ku nexweş li ber mirinê ne.

Çalakiya greva birçîbûnê ya 5 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a jimar 2 a Rihayê di roja 12’an de didome.

Çalakiya 5 kesên din ên koma duyemîn jî, di roja 3’an de didome.

Girtî Mehmet Bînîcî, bi rêya birayê xwe Mukader Bînîcî agahî dan û diyar kir ku eger daxwazên wan pêk neyên, wê hemû girtî dest bi greva birçîbûnê bikin.

TUHAY-DER: Girtiyên nexweş li ber mirinê ne

Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê li tevahiya girtîgehên Tirkiyê hezar û 334 girtî nexweş in, 458 nexweş rewşa wan giran e û divê bên dermankirin.

Têkildarî rewşa girtiyên nexweş ên li herêma Egeyê, Hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatan ên Egeyê (EGE-TUHAY-DER) Ahmet Ertaş anî ziman “dema em li serlêdanên tên kirin dinêrin, em dibînin ku li girtîgehan binpêkirina mafan di asta herî jor de ye.”

Ahmet Ertaş diyar kir ku bi vîrûsa Coronayê re binpêkirina mafên girtiyan zêde bûye û girtiyên nexweş li ber mirinê ne û ev bang kir:

“Di serî de Wezareta Dadê, em bang li hemû rayedaran dikin ku girtiyên nexweş serbest berdin.”

Back to top button