Zextên AKP’ê li ser rojnamegeriyê ji ber manşeteke rojnameyekê daxwaza girtinê hat kirin

Şerê Erdogan ê li derveyî welat, êdî di Tirkiyê bixwe de jî nayê qebûlkirin:

Rojnameya “Bîr Gun” a li Tirkiyê weşanê dike nivîsek bi sernavê ” Şerê Tirkiyê dihêle belengaz şehîd bikevin û zavayê Erdogan dewlemend bibe” belav kir.

Rojnameyê di nivîsa xwe de diyar kir ku Şerê Erdogan ê li derveyî welat dihêlê yê feqîr şehîd bikevin û hinek din têr û dewlemend bibin.

Li ser vê yekê jî, Dezgehên ragihandinê yên nêzî hikumeta Tirkiyê, daxwaz kirin ku ev rojname were girtin.

Ev yek jî eşker dike ku li Tirkiyê bixwe êdî dengên li dijî Erdogan û şerê wî derdikevin.

Berî niha bi 2 rojan li Stenbolê li dijî siyaste Erdogan xwepêşandan hatin lidarxistin lê ji aliyê AKP’ê ve hatin astengkirin.

Back to top button