HRRK amedekariya pêşbirka helbesta Kurdî ya ciwanan a 2022’an dike

Bi nêzîkbûna roja zimanê dayîkê ya cîhanî, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê amadehiyên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 2022’yan dike.

Li gorî komîteya amadekar a pêşbirkê, şertên tevlêbûnê wiha ne:

– Pêşbirk bi zimanê kurdî ye.

– Kesên ku beşdarî pêşbirkê dibin, divê ji niştecihên Rojava û Sûriyê bin.

– Divê temenê kesên beşdar di navbera 18-30 saliyê de be.

– Divê helbesta ku beşdarî pêşbirkê bibe li tu deran nehatibe belavkirin û beşdarî pêşbirkan nebûbe.

– Divê helbest ji 10 malikan ne kêmtir û ji 50 malikan ne zêdetir be.

Berhem ji aliyê HRRK’ê ve heta 1’ê Adarê tên qebûlkirin.

HRRK dê di 29’ê Adarê de navên xelatgiran li navenda xwe ya li Qamişloyê bi daxuyaniyekê ragihîne.

Xelat jî wiha ne: Helbestvanê yekemîn; 500 dolar, duyemîn; 300 dolar û sêyemîn; 200 dolar.

Back to top button