Şengaliyan banga derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê kir

Li Şengalê jî piştgiriya bi kampanya derxistina PKK’ê ji lîsta terorê zêde dibe. Welatiyên Şengalê dibêjin gerîlayên PKK li dijî terorê li Şengalê û li mirovahiyê xwedî derketin. Welatiyên Şengalê bang li her kesê kir ku ji bo azadiya Rêber Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê têbikoşin.

Li Şengalê jî piştgiriya ji bo kampanyaya derxistina PKK’ê ji lîsta terorê roj bi roj zêde dibe.

Welatiyên Şengalê jî xwestin demek zû PKK ji lîsteya terorê were derxistin.

Ji eşîra Feqîra a Êzidiyan Berekat Mirad axivî û fermana 3 Tebaxa 2014’an bi bîr xist û got:

“Dema PKK bi hewara me ve hat, ji her kesê re îspat kir ku ne rêxistinek terorîst e. Em wek civaka Êzidî li dijî hiştina PKK’ê ya di lîsteya terorê de ne.

PKK ji bo tevahiya gelên bindest û civakên ku mafê wan tê xwarin, dixebite.

Xwedîderketina PKK’ê ya li Şengalê, xwedîderketina li tevahî gelên Iraqê û Başûrê kurdistanê bû.

Ev deyneke li ser hemû pêkhateyên li Iraqê ye û divê xwedî li PKK’ê derkevin.”

Hecî Kulî: PKK’ê em ji mirinê rizgarkirin

Welatî Hecî Kulî ê ji bajarokê Xanesorê jî diyar kir ku PKK ne terorîst e, yê herî zêde li mirovahiyê xwedî derketî PKK bû.

Hecî got: “Eger PKK’e neba wê bi hezaran kes li çiyayê Şengalê ji tî û birçîna bimrana.

Em wek Êzidî heya ku navê Êzdîtiyê li ser me ye, emê piştgirtiya Rêber Apo û PKK’ê bikin.”

Cemal Şengalî: Divê hêzên navnetewî PKK’ê ji lîsta terorê derxin

Ciwanê ji Serdeşta Çiyayê Şengalê Cemal Şengalî jî diyar kir ku yê navê terorê li ser PKK’ê danî, dijminê mirovahiyê ye û got:

“Em wek ciwanên Êzidî emê îmza biavêjin û ji bo azadiya serokatî em amdene canê xwe jî bidin.

Rêber APO ne tenê rêberê Gelê Kurd e, ew rêberê mirovahî û tevahî gelan e.

Ji bo wê jî banga me ji tevahiya Gelê Kurd û cîhanê re li rêber APO xwedî derkevin û PKK’ê ji lîsteya terorê derxin.”

 

Back to top button