Dewleta Îranê ji bo tepisandina serhildanê êrişî xwendekaran dike

Jehrî kirina xwendekarên keç li Îranê bi dawî nabe.
Konseya Koordînasyona Rêxistinên Sendîkaya Perwerdekarên Îranê a bertek nîşanî bûyerên jehrîbûna xwendekarên keç ên li Îranê da û diyar kir ku ger tedbîr neyên girtin dê li seranserê welat çalakî bên lidarxistin

Serhildana gel a li rojhilatê Kurdistan û Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, di meha xwe ya 8’an de berdewam dike.

Rayedarên hikûmetê ji bo tepeserkirina xwepêşandanan gelek rêbazan bikar tînin.

Di mehên dawî de, bi taybetî li dibistanên ku xwendekarên keç lê perwerde dibin zêdebûna bûyerên jehrîbûnê di rojevê de ne.

Rayedarên Îranê jî vê îdiayê red dikin.

Konseya Koordînasyona Rêxistinên Sendîkaya Perwerdekarên Îranê der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Konseya Koordînasyonê bertek nîşanî jehrîbûna xwendekaran da

Kordînasyonê balkişande ser zextên hêzên dewletê y ên li dijî jinan û wiha got:

“Ger jerhî kirina xwendekaran dewam bike dê çalakî bên li darxistin”

“Di fermandeya polîsên welat de jî ewlehiya xwendekaran nayê misoger kirin.

Dewlet û erkdarên dewletê yên ku ewlekariya zarokan misoger nakin, gef li jinan dixwin û hewil didin serhildana jinan bitepisîn.”

Di dewamiya daxuyaniyê de hate gotin divê rayedar zanibin ku xwendekar û mamoste xeta me ya sor in û hate gotin:

Lewma her ziyanek li laş û mejiyê xwendekar û mamostayên bê kirin,, tevgerek ber bi paşeroja Îranê û vê xakê ye.

Konseya Koordînasyona Rêxistinên Sendîkaya Perwerdekarên Îranê diyar kir ku ger jehrî kirina xwendekaran berdewam bikin dê li seranserê welat çalakî bên lidarxistin û bang kir ku ji bo parastina xwendekaran ji êrîşên kîmyewî yên li dibistanan komîteyek bê avakirin.

Back to top button