Li parêzgeha Selahdînê, 3 DAIŞ’î hatin kuştin

Li parêzgeha Salahdînê, di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de, 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Şaneya Ragihanda Ewlehiya Iraqî, ragihand ku duh, hêzên artêşa welat li dijî stargeheke şaneyên DAIŞ’ê li parêzgeha Salahdînê operasyonek pêk anî.

Li gorî şaneyê, di encama operasyonê de, 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û 4 motosîklet hatin teqandin.

Roja Pêncşemê jî, li ser destê hêzên artêşa Iraqî û Koalisyonê, serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin û çeteyek hatibû kuştin.

Back to top button