RÊDÛR XELÎL: HEBÛNA EL-BEXDADÎ LI IDLIBÊ PIŞTGIRYA TIRKIYÊ JI DAIŞ’Ê RE PIŞTRAST DIKE

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê, diyar kirin ku dewleta Tirk sîwana siyasî ya serçeteyê DAIŞ’ê bû û parastina komên terorîst ên li Bakurê Sûriyê dike.

Berpirsê têkiliyên giştî yê QSD’ê, Rêdûr Xelîl, têkildarî kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir Bexdadî got:

Bi operasyona kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir Bexdadî, hat tekezkirin ku dewleta Tirk sîwana siyasî ya DAIŞ’ê ye û Tirkiyê netenê serçet Bexdadî diparast, lê belê îro roj hemû komên terorîst ên li Bakurê Sûrî diparêze.

Xelîl bang li raya giştî kir ku piştgirya dewleta Tirk ji van koman re li ber çavan bibîne û divê zanibe, gelo niyaz û aramncên dewleta Tirk ji vê piştgiriyê çi ne.

Berpirsê têkiliyên giştî yê QSD’ê, Rêdûr Xelîl derbarê dagirkirina dewleta Tirk ji Serê Kaniyê û Girê Spî re jî hişyarî da û got:

Derbasbûna van koman ji herêmê re, zemînekê ji zindîbûna DAIŞ’ê re ava dike û bi vê yekê netenê xeterî li ser herêmê çêdibe, lê belê li ser tevahiya cîhanê çêdibe.

Leave a Reply

Back to top button