
Îranê karwanek ku ji 10 keştiyên sotemeniyê pêk dihat, ji bo alîkariyê şand Venezuela.
Tevî ku Amerîka ambargo daniye li ser Îranê, bi taybet di warê neftê de, Ajansa Bloomberg a Amerîkî ragihand ku Îranê 10 keştiyên sotemeniyê şand Venezuelayê.
Lê Ajansê, der barê rêje û cureya sûtemeniya hatî şandin ti agahî bi par ve nekir.
Berî niha jî 4 keştiyên sotemeniyê ku ji Îranê ber bi Venezuela ku nêzî hezar û 500 bermîlên neftê tê de bûn, ji aliyê Amerîka ve hatibûn desteserkirin.