Amerîka bo Azerbeycanê: Yekîneyên xwe ji herêmê vekişîne

Belê her aloziya navbera aliyan li nava cîhanê jî fikar dane avakirin.
DYA, Azerbeycan hişyar ki rû got:
Hêzên xwe ji herêmê vekişîne.
YE ragihand ku ew bi aliyan re di nava têkliyan de ne û banga hestiyariyê kir.

Aloziya sînor ya navebera Ermenîstan û Azer-beycanê di rojeva cihanê de ye.

DYA dengê xwe li Azer-beycan bilind kir û got, yekîneyên xwe vekişîne.

Ji Berdevkên Wezareta Kerê Derve ya DYA’yê Jalîna Porter, ji rêveberiya Baku xwest ku yekîneyên xwe hemû yên li ser sînorê Ermenistanê ‘tavilê vekişîne’.

Jalîna Porter a bi rêya telefonê tevlî daxuyaniya çapemeniyê bû, diyar kir ku ew tevgera Azerbeycan a li herêmê weke ‘bêberpirsyarî û rewşeke neheq û sorkirinê’ îfade kir.

Porter anî ziman ku welatê wan ji nêz ve bûyerên li herêmê diqewimin dişopîne.

YE banga aramiyê li Ermenîstan û Azerbeycanê kir

Yekîtiya Ewropa jî banga hestiyariyê li aliyan kir.

Nûnerê Bilind yê Polîtîkayên Parastin û Karên Derve yê YE Josep Borrell li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Josep Borrell da zanîn ku li ser navê wî Sekreterê Giştî yê Servîsa Karên Derve (EEAS) ya YE Stefano Sannino bi hempîşeyê xwe yê Ermenî û Azerbeycanê re peywendiyek telefonî encam daye.

Borrell diyar kir ku di peywendiyan de, ji aliyan hat xwestin ku herî zêde xwe ragirin û tansiyonê kêm bikin.

YE jî bi Rêxistina Ewlehî û Hevkariya li Ewropa bi aliyan re di nava têkiliyan de ye.

Nûnerê Bilind yê Polîtîkayên Parastin û Karên Derve yê YE Josep Borrell dazanîn ku pêwiste sînor bi danûstandinan bêne diyarkirin, ji bo vê yekê jî wan gotûbêjên asta teknîkî yên di navbera aliyan de pêşwazî kirin.

Back to top button