“Jinên bûn hedef di têkoşîna azadiyê de pêşengî kirine”

Bertek û nerazîbûnên li dijî hedu komkujiyên li Parîsê, taybet hedefgirtina jinên pêşeng zêde dibin.
Berpirsa komîteya pêwendiyên karên derve ya KJAR’ê Rozerîn Kemanger der barê komkujiyên ku li hemberî jinên pêşeng ên Tevgera Azadiyê tên kirin de axivî û got:”Jinên bûn hedef di têkoşîna azadiyê de pêşengî kirin, ruhê Şoreşê bi dem û deran re sînordar nîn e.”

Pêşenga tevgera azadiyê Sakîne Cansiz , Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin şehîdxisitn.

Bi nêzbûna salvegera 10’emîn a komkujiya Parîsê, di 23’ê Kanûna 2022’an de li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê komkujiyeke din pêk hat.

Di encamê de endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara, hunermend Mîr Perwer û Aburrahman Kizil şehîd bûn.

Berpirsa komîteya pêwendiyên karên derve ya KJAR’ê Rozerîn Kemanger komkujiya Parîsê şermezar kir.

Rozerîn bal kişand ser dema komkujiya duyem a Parîsê û diyar kir ku ew jinên bûne hedef di têkoşîna azadiyê de pêşengî kirine.

Rozerîn Kemanger da zanîn ku Jinên pêşeng ên xwedî fikir û felsefeya ku li hemberî aqilê kevneperest ê mêrsalarî disekinin, ji ber wê her dem dibin hedefa dijmin.

Rozerîn destnîşan kir ku hedefgirtina jinên pêşeng ên weke Sakîne Cansiz û Evîn Goyî ne tesaduf e.

Rozerîn Kemanger: Ruhê şoreşê di dem û deran re sînordar nîn e

Berpirsa komîteya pêwendiyên karên derve ya KJAR’ê Rozerîn Kemanger di dawiyê de diyar kir ku ruhê şoreşê di dem û deran re sînordar nîn e.

Back to top button