HEDEP’ê têkildarî rewşa Rêber Apo pêşnûmepirs da meclisê

33 meh in bi tu awayî ji Rêber Apo agahî nayê girtin û di nava tecrîdeke giran de ye.
Parlamenterê HEDEP’ê Sezaî Temellî rewşa tenduristiya Rêber Apo bi peşnûmeyekî ji Wezîrê Tenduristî yê Tirkiyê pirs kir.
Li aliyê din li bakurê Kurdistanê 18’ê Mijdarê wê li dijî tecrîdê ‘Meşa Azadiyê’ were li dar xistin.
Ji bo beşdarîya meşê ku wê gel ber bi navçeya Gemlîka Bûrsayê ve biherikin amadekarî û bang didomin.

Nerazîbûna li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û fikarên derbarê rewşa wî de her diçe zêdetir dibe.

Parlamenterê HEDEP’ê Sezaî Temellî têkildarî rewşa tenduristiya Rêber Apo pêşnûmepirsek da meclîsê.

Di pêşnûmeyê de Sezaî Temellî ji Wezîrê Tenduristî yê Tirkiyê Fahrettîn Koca xwest bersiva vê yekê bide.

Temellî di pêşnûmeyê de bal kişande li ser fikarên ji bo Rêber Apo û ev pirs kir:

Gelo agahiya we derbarê rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan de, heye?

Derbarê rewşa tenduristiya Ocalan de çima raya giştî, parêzer û malbata wî nayê agahdarkirin?”

18’ê Mijdarê wê li dijî tecrîdê ‘meşa azadiyê’ were li dar xistin

Li aliyê din li bakurê Kurdistanê 18’ê Mijdarê wê li dijî tecrîdê ‘Meşa Azadiyê’ were li dar xistin.

Bi pêşengtiya partî, sazî û rêxistinên Kurdistanî, gel wê ber bi navçeya Gemlîkê ya bajarê Bûrsayê ve bimeşin.

Ji bo meşa girseyî amadekarî û bangên aliyan dewam dikin

Rêxistina HDP a îzmîrê banga tevlîbûna ji bo meşê kir

Têkildarî meşê rêxistina HDP’a Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xist.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin deshtilatdariya AKP-MHP’ê bi desteka hêzên navneteweyî tecrîdê dijwartir kiriye.

HDP îzmîr: Divê bi lez û bez bi birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin

Li dijî siyaseta şer û polîtîkaya tecrîdê rêxistina HDP a Îzmîrê banga tevlîbûna ji bo meşê kir û got:

“Pêwîste hemû astengiyên li pêşiya azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bên rakirin.

Divê ku bi lez û bez bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin.”

Back to top button