Rûsya…Di şewata li herêma Riazanê de 15 kes mirin

Li herêma Riazanê ya li navenda Rûsyayê agir bi febrîqeyeke teqemeniyan ket.
Di encamê de 15 kes mirin.

Li herêma Riazanê ku bi 200 kîlometreyî li başûrê paytext Moskowayê ye, li febrîqeyeke teqemeniyan şewat derket.

Li gorî bîlançoya nû ku ji aliyê rayedarên xwecihî ve hate parvekirin 15 kes mirin, kesek ji ber şewatê bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.

Aqûbeta kesekî jî hîn nayê zanîn.

Hate ragihandin ku şewat li febrîqeyeke hilberîna teqemeniyên endustriyel ên ji bo bikaranîna ‘sivîl’ rû da.

Li gorî agahiyan, ji bo kontrolkirina şewatê zêdeyî 170 tîmên rizgarkirinê sewqî herêmê hatin kirin.

Wezaretê diyar kir ku gef li ser wargehên li derdorê nîne.

Back to top button