RÊVEBERIYA XWESER NIRXÊ KIRÎNA PEMBO WÊ 320 LÎREYÊN SÛRÎ BE

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxê kirîna berhema pembo ji cotkaran diyar kir, her wiha 5 navend ji bo wergirtinê amade kirin.

Rêveberiya Xweser bi amadebûna nûnerên Desteya Aborî û Çandiniyê derbarê diyarkirina nirxê pembê civînek li darxist.

Piştê civînê Hevserokê Meclisa Rêveber Ebd Hamid El-Mihbaş axivî û diyarkir ku wan nirxê kîloya pembo 320 lireyê Sûriyê diyar kiriye.

El-Mihbaş da zanîn ku ji bo wergirtina pembo rêveberiya xweser 5 navend diyar kiriye.

Ew navend jî El-Mehlec li Hesekê, Mebrûka li Serêkaniyê, navenda 10 km li Dêrazorê, Selihbiyê li Reqayê û navenda Çelebiyê li Kobanê.”

Her wiha hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê da zanîn ku radestkirin ji 25`ê vê mehê dest pê dike, radestkirina fatoran ji 20 rojan piştî radestkirina pempo wê were dayîn.

Leave a Reply

Back to top button