Ronahî Serhat: Di sedsala 21’an de gel û jin serî rakirin

Endama Meclîsa PAJK’ê Ronahî Serhat tekez kir ku di sedsala 21’emîn de gel û jin serî rakirin û got:” Şerê li Çiyayên azad şerê parastina mirovahiyê û jinan bû, jin û civak di asta şoreşê de ne, di nava jinan de yekîtî pêşdikeve û ev serkeftineke pir mezine”.

Endama Meclîsa Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Ronahî Serhat der barê rola jin û civakê di asta şoreşê de tevlî bernameyeke JIN TV bû.

Ronahî Serhet diyar kir ku niha gelek welat heye ku ji bo ji vê krîzê baş derkeve, nehilweşe, derbê nexwe hewil didin xwe li ser linga bigrin.

Ronahî anî ziman ku di sedsala 21’emîn de çîna karkeran, cotkar, gel û mirovê gundî û jin hemû serî rakirin.

Ronahî Serhat: Şerê li çiyayên azad, şerê parastina mirovahiyê û jinê ye

Têkildarî êrişên dewleta Tirk li dijî li Herêmên Parastinê yên Medyayê Ronahî Serhat got:

Şerê ku li çiyayên azad ji hêla gerîlayên YJA Star-HPG ve tê meşandin şerê parastina mirovahiyê û jinê ye.

Ronahî Serhat: Ji bo jinan xebat, çalakî û avabûn pêwîst e

Endama Meclîsa PAJK’ê da zanîn ku ji bo jinan çiqas xebatên zihnî ewqas pratîk, çiqas pratîkek şoreşger aliyê çalakî de çalak bûn ewqas jî avabûn ango înşa pêwîst e.

Ronahî da xuyakirin ku pirsgirêkên jin giştî civakê eleqeder dikin, pirsgirêkên civakê giştî jinan eleqeder dike.

Ronahî Serhat: Di nava jinan de yekîtî pêşdikeve û ev serkeftineke pir mezine

Di dawiyê de Endama Meclîsa PAJK’ê Ronahî Serhat wiha anî ziman:

Di nava jinan de yekîtî pêşdikeve û ev serkeftineke pir mezine.

Back to top button