Di nobeta HDP’ê a li dijî tecrîdê de, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz diyar kir polîtîkayên li dijî Kurdan û tecrîdê çi sûdê nade kesî û bang li her kesî jî kir ku li dijî tecrîdê bikeve nava liv û tevgerê.
Nobeda Edaletê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li ber wezareta Dade yê Enqereyê dewam dike.
Parlamenterên HDP’ê, bi daxawaza hevdîtina parêzeran a bi Rêber Apo re 17 rojin di çalakiyê de ne.
Îro jî li qada çalakiyê wekîlên HDP’î kombûn û li wir Parlamenter Huseyîn Kaçmaz axivî.
Huseyîn Kaçmaz balkişande ser polîtîkayên desthilatdarê yên têkildarî tecrîdê.
Huseyîn Kaçmaz: Ne tenê civaka Kurd civaka Tirkiyê jî tê tecrîd kirin
Parlamenter Kaçmaz diyar kir civaka Tirkiyê jî îro di bin tecrîdê de ye û hemû mafên wê tê binpêkirin.
Di dewamê de Huseyîn Kaçmaz îşaret bi rola Rêber Apo ya di çareserî û aştiya herêmê de kir û got:
“Dema dengê birêz Ocalan negihije raya giştî, şer kûr dibe, bi gitşî mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye.
Huseyîn Kaçmaz: Heya tecrîd neyê rakirin aramî û xweşî pêk nayê
Dawiyê, Parlamenterê HDP”ê Hêseyîn Kaçmaz cezaya disîplînê ya nû ku doh li dijî Rêber Apo hate ragihandin bi bîr xist û got:
Em baş dizanin, bi salan e hişmendiya ku bi hêncetan hevdtîninê asteng dike îro ew hişmendî, bi cezayên dîsîplînê paşeroja gelên Tirkiyê û gelê Kurd tarî dike.
Divê her kes baş bizanibe, heya ku tecrîd neyê rakirin û şikandin, aramî û xweşî pêk nayê.